Here naverokê

Wîkîpediya:Statîstîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li gorî daneyên Wîkîmediyayê ya di meha çiriya pêşîn a sala 2023an de rûpel û gotarên Wîkîpediyaya kurdî yên ku herî zêde dîtin wergirtine.

Ev rûpel amar û statîstîkên Wîkîpediyaya kurdî û statîstîkên tevahiya Wîkîpediyayên cîhanê rave dike.

Heta niha li Wîkîpediyaya kurdî 90.343 gotarên bi kurdî hatine nivisandin. Li vir hûn dikarin li statîstîkên herî dawî ya Wîkîpediyaya kurdî binêrin.

Wîkîpediya kurdî ensîklopediyek azad e ku her kesên ku bi kurdî dikarin binivîsin: li gorî polîtîkayên wîkîpediyayê dikarin gotaran li Wîkîpediya kurdî zêde bikin û gotarên heyî berfireh û rojane bikin. Niha bikarhênerên çalak ên Wîkîpediyaya kurdî her roj ji bo Wîkîpediyaya kurdî gotarên nû dinivîsin, naverokên gotarên heyî berfireh dikin û li gorî pêwîstiyan naverokên gotarên heyî rojane dikin. Di nav 30 rojên vê dawiyê de 88 bikarhênerên Wîkîpediyaya kurdî çalak in û niha li gorî hêjmara gotaran Wîkîpediyaya kurdî (kurdiya bakur) di nav Wîkîpediyayên cîhanê de di rêza 79an de ye.

Amar û statîstîk

[çavkaniyê biguhêre]
  • Li jêr çend statîstîkên Wîkîpediyayên kurdî ya rojane hatine diyarkirin.
Wîkîpediyayên kurdî Malper Endamên tomarkirî Rêveber Bikarhênerên çalak Guhertin Gotar
Kurmancî ku.wikipedia.org 83.614 3 rêveber 88 bikarhêner 1.937.462 90.343
Soranî ckb.wikipedia.org 68.549 7 rêveber 130 bikarhêner 1.446.430 76.787
Zazakî/Dimilî diq.wikipedia.org 30.928 3 rêveber 43 bikarhêner 535.876 42.315

Statîstîkên tevahiya Wîkîpediyan

[çavkaniyê biguhêre]
Tevahî Gotar Hemî rûpel Guhartin Rêveber Bikarhêner Bikarhênerên çalak Dosya
Hemî wîkîyên çalak 64.943.378 272.169.118 3.705.759.361 3441 119.295.509 287.927 2.834.672